Li Agiriyê 80 koçber hatin desteserkirin

18-10-2023
Nîşan Agirî Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, 80 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê demên dawî zextên li ser koçberan û kontrolên li ser rêyan zêde bûne.

Li Agiriyê tîmên rêveberiya ewlehiyê bi armanca rêgirîkirina qeçaxçîtiya koçberan li ser rê xala kontrolê danî.

Di kontrolan de di barhilgirekê de 80 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Agiriyê hatin kirin.

Herwiha şofêrê barhilgirê jî hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst