Hewlêr (Rûdaw) – Encamên pişka xelata Paşîva Rûdawê diyar bûn û Pêşmergeyekî bê otomobîl, bû xwediyê xelata taybet a Paşîva Rûdawê
Japoniyan kilîda taybet a otomobîlê dan Pêşmergeyê bi navê Şemsedîn Omerî.
Merca bidestxistina otomobîlê ew bû ku li ser posta hesabên Facebookê yên Rûdawê şîroveya "Paşîva Rûdawê” bê nivîsandin.
Ji roja yekemîn a Remezanê heta dema tîr û pişkê, 574 milyon şîrove hatibûn nivîsandin.
Şemsedîn Omerî yê 34 salî bû xwediyê xelatê. Wî rojane zêdetirî 150 caran li binê komenta "Paşîva Rûdawê" nivîsîbû.
Şemsedîn Omer dibêje, "Bi rastî ez gelekî dilxweş bûm, rojane min 100, 150 heta 200 şîrove dinivîsî û otomobîla min jî tune ye."
“Otomobîla Şemsedîn tune bû”
Şemsedîn 9 sal e jiyana hevjînî pêk aniye û bavê sê zarokan e. Wî biryar daye, bi otomobîla Paşîva Rûdawê biçe serdana xizm û nasên xwe di cejna pîroz de.
Hevalên Şemsedîn û hevpîşeyên wî ji derketina otomobîlê ya ji bo hevalê xwe re gelekî dilxweş bûn.
Selah Salih, heval û hevpîşeyê Şemsedîn e û dibêje, "Ez gelekî gelekî gelekî kêfxweş im, ev 11 sal e em hevalên hev in û otomobîla wî jî tune bû."
Otomobîl ji cûreyê Toyota Urban Cruiser û dostê jîngehê ye.
Serokê Koma Kompanyayên Serdar û Nûnerê Kompanya Toyotayê yê Îraqê Serdar Bîbanî li ser otomobîlê got, "Modeleke dawî ye û me navê wê kiriye birayê biçûk ê Land Cruiser otomobîleke hevalê jîngehê ye.
Otomobîl otomatîk e û gelek taybetmendiyên ewlehiyê tê de hene û gelekî taybet e."
Serdar Bîbanî her wiha got, "Wekî Toyota me beşdarî bernameyê kir û girîngtirîn tişt ew bû me kesên gelek baş ên Kurdistanê nas kir û me karî hin tiştên baş ji bo gencên me bi dest bixin."
Li gel otomobîlê, Paşîva Rûdawê li ser erkê sermayedaran, 29 amûrên televîzyonê, 6 tîketên geştê ji bo Tirkiyeyê û 114 kursiyên xwendina masterê li derveyî welat ji bo derçûyên zanîngehan terxan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse