Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê dema xebatên vekirina rê de şape bi ser makîneya kar de ket.
Li navçeya Elkê ji bo vekirina rêya gundên ku ji ber berfa zêde hat girtin ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi makîneya kar xebat da destpêkirin.
Di vê navberê de şape bi ser makîneya kar a ku Îrfan C. diajot de ket.
Li ser agahdakriinê makîneyên kar çûn cihê bûyerê.
Ekîban Îrfan C.yê ku di makîneya kar de asê ma xilas kir.
Tîmên tenduristiyê Îrfan C. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û hat hat ku rewşa wî baş e.
Îrfan C. dîmenên dema ketina şapeyê bi têlefona xwe girtin.
Tê dîtin ku Îrfan C. dibêje, "Ez nikarim hereket bikim û nefesê hildidim. Şikir makîne dixebite û nikarim bilebitim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse