Li Amedê erdhejê hejmarek malbat neçarî çadiran kirine

22-02-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê erdhejê hejmarek malbat neçarî çadiran kirine
Li Amedê erdhejê hejmarek malbat neçarî çadiran kirine
Nîşan Erdheja Mereşê Amed Çadir
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê hinek ji tirsa ku dê erdhej mala wan xira bike û hinek jî ji ber xaniyên wan zirareke mezin dîtine li kempa çadiran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine bicihkirin. Li wir dikarin rojê 3 danan xwarin bixwin.

Li ber her kon û çadirek civatek digere. Civata bi tirs û xof a erdhejê ku xelkê ji malên wan kiriye û ew neçarî çadiran kirine.

Kesên li çadiran hatine bicihkirin beriya erdheja 6ê sibatê jî hejar bûn lê xwedî xanî bûn. An jî di xaniyek de kirêcî bûn. Lê niha ji ber erdhejê bê xanî ne û di çadirên Şaredariya Mezin a Amedê de bi cih bûne.

Zirarmendeke erdehejê got: “Erê rastî ewil ez hatim vê derê serok bû alîkar, çadir, singer û betaniyê da min, lê ji bilî wê ez diçim mama dixwazim dibêjin nîne.

Zirarmenda erdhejê Saycan Ozkiliç jî dibêje: “Ez ji cerga xwe ve nexweşim, dermanên min xilas bûne û niha nîne. Makîneya min jî nîne.”

Zirarmendê erdhejê Abdulkadîr Eker jî got: “Çadir, nan û av dane me.”

Ji bo ku zarok ji derûniya xirab a erdhejê dûr bikevin derûnînas û mamosteyên xwebexş bi wan re lîstik dilîzin.

Li aliyekî din jî bi xemlên rengo rengo ser û çavên zarokan boyax dikin. Dixwazin bi vî awayî hindik jî be derûniya zarokan xweş bikin.

Zarokê bi navê Esmer Eken got: “Mala û dibistana me gelek xweş e. Em dixwazin herin dibistana xwe û naxwazin li çolan li derve bimînin. Êvara gelek sar e.”

Zarokek din jî got: “Min bêriya mala xwe kiriye.”

Rohat Gezîcî jî diyar kir ku wî herî zêde bêriya mal û dibistana xwe kiriye.

Rêveberên Kempa Çadiran jî her kêlî hewl didin li gorî derfetên şaredariyê hemû pêdiviyên kesên li çadiran bînin cih.

Kordînatorê Kempa Çadiran a Şaredariya Mezin Abdullah Melîkoglu jî got: “Derdora hezar û 100 kesan hene. Me li vir sobe, betaniye û minder dan wan. Şaredariya Bajerê Mezin a Amedê rojane xwarînê dide 10 hezar kesan.”

Li Amedê heta niha li 7 cihan çadir hatine danîn û 4 hezar û 739 kes di van çadiran de dijîn. Saredariya Bajarê Mezin a Amedê niha amadekariya danîna 2 hezar û 200 çadiran û danîna 625 konteyniran dike. Kesên li çadiran dijîn xelkê herî hejar ên Amedê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst