Li Xarpêtê 11 avahiyên zerereke giran gihiştibû wan hatin valakirin

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Xarpêt Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Depdepe ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê 11 avahiyên ku erdhejê zerereke giran gihandiye wan hatin valakirin. Niştecihiyên wan jî li beşên navxwe û pansiyonên navçeyê hatin bicihkirin.

Parêzgeha Xarpêtê yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê bû ku erdeheja 6ê Sibata 2023an bandor li wê kiriye. Erdhej li vê parêzgehê jî bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyan û hilweşîna çend avahiyan. Herwiha zerer gihandiye beşek ji avahiyên li  navenda bajêr û navçeyên wê û karûbarên destnîşankirina zerer û ziyanan berdewam in.

Qeymiqamê Navçeya Depdep (Karakoçan) a ser bi parêzgeha  Xarptê ve Abdullah Şahîn roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê  de diyar kir  ku di encama karûxbatên destnîşankirina zereran de  li navçeyê  11 avahî hatine destnîşankirin ku zerereke giran gihiştiye wan.

 Şahîn ragihand wan bi biryara komîsyona destnîşankirina zereran  biryar dane ku her  11 avahiyên li navçeyê vala bikin û got ku niştecihiyên wan avahiyan jî li beşên navxwe û pansiyonan hatine bicihkirin.

Di erdeheja 6ê vê mehê de li parêzgeha Xarpêtê herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û  zêdeyî 379 kes jî birîndar bûne. Destpêkê ev parêzgeh wek devera karesatê nehatibû ragihandin, lê li ser nerazbûna xelkê û zerera zêde ya  ku gihiştiye avahiyan,  bi biryara Serokkommarê Tirkiyê Xarpet  jî wek devera karesatê hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst