Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di bûyera agirê otela Boluyê de canê xwe ji dest daye gihîştiye 79 kesan.
Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê 21ê Kanûna Paşîn a 2025an berdestî sibehê derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ketibû.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihandibû ku di bûyerê de 76 kesan canê xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûne.
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Boluyê îro ragihand ku di encama pişkinînên DNAyê de hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye gihîştiye 79 kesan.
Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin berdewam e û heta niha ligel xwediyê otelê û Alîkarê Serokê Şaredariya Boluyê û Cîhgirê Birêvebirê Parastina Sivîlan a Boluyê bi giştî 11 kes hatine desteserkirin.
Wezareta Tendirustiyê derbarê birîndarên otela Boluyê de daxuyanî da
Li aliyê din, Wezareta Tendiurustî ya Tirkiyeyê derbarê rewşa birîndarên bûyerê de li daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Tendirustî ya Tirkiyeyê ragihand ku ji 51 birîndarên otela Boluyê 39 ji wan piştî dermankirina li nexweşxaneyan birîndar şandine malê û çareseriya 12 birîndarên din jî berdewam e ku birînên yek ji wan xedar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse