Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî got “Em biryara Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ya ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzdî wek jenosîd bilind dinirxînin.”
Serok Mesûd Barzanî ji ber biyraya naskirina Jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir û daxwaz ji welatên din jî kur ku jenosîdê nas bikin.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe Twitterê di derbarê naskirina jenosîdê de peyamek belav kir û tê de wiha dibêje:
“Biryara Bundestag a naskirina jenosîda li dijî Kurdên Êzidî biryarek pir bi rûmet e. Em spasiya xwe ji Almanyayê re dubare dikin û bang li hevalbendên xwe yên rojavayî yên din jî dikin ku bi heman awayî tevbigerin heta ku ev hovîtî wek kiryarên jenosîdê bên naskirin.”
The decision by @Bundestag to recognize the genocide against the Yezidi Kurds is a highly treasured decree. We reiterate our gratitude to Germany and call upon our other Western allies to engage in similar actions insofar as recognizing such atrocities as acts of genocide.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) January 21, 2023
Parlamentoya Almanyayê Pêncşemê 19ê Çileya 2023yan di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzidî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoyê jenosîda Kurdên Êzidî bi awayekî fermî nas kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse