Karsazê Kurd ê ji Amedê Raîf Turk jiyana xwe ji dest da

21-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji karsazên pêşeng ên Amedê Raîf Turk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Raîf Turk di pêşxistina sektora madenê ya li Amedê û herêmê de rolek girîng hebû û yek ji karsazên rêzdar ê bajêr bû.

Hat ragihandin, ew karsazê Kurd ê ji Amedê ku berê ji ber nexweşiya kezebê dihat dermankirin, li Enqerê li nexweşxaneyeke taybet di dema neştergeriya (emeliyata) dil de jiyana xwe ji dest daye.

Ew karsazê Kurd demeke dirêj bû ku nexweş bû û mijûlî dermankirinê bû.

Cenazeyê Raîf Turk roja Pêncşembê piştî nimêja nîvro li Goristana Yenîkoy ya Amedê hat veşartin.

Raîf Turk mehek berê li Taxa Baglarê dibistaneke pir modern li ser navê xwe ava kiribû û di axaftina xwe ya di merasima vekirina dibistanê de gotibû, "Tu xebat û destkeftiyên jiyana min bi qasî vê dibistanê serbilind nekiriye."

Dibistana Seretayî ya Raîf Turk ku 35 milyon lîreyên Tirkî ji bo avakirina wê lêçûne, 32 dersxane û 9 atolye, 2 qadên basketbol û voleybolê û 2 qadên lîstikê ji bo zarokan jî li xwe digire.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ji ber mirina Raîf Turk di peyamekê de sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Kasibkarê me yê qedirbilind, Endamê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Odeya me, Raîf Turk koça dawî kir. Em ji Xweda rehmê ji bo miriyê xwe dixwazin, ji malbata wî re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Nimêja cenaze dê piştî nîvro saet 15.00an li Dibistana Seretayî ya Raîf Turk bê kirin. Dê li goristana Yenîkoy ya Amedê bê definkirin. Cihê sersaxiyê mala sersaxiyê ya Liceyiyan e.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst