Li Mêrdîn û Erdexanê qeza: Miriyek û 18 birîndar

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erdexan Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê di qezayekê de 7 kes birîndar bûn û li Erdexanê jî du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 11 kes birîndar bûn.

Li veqetana rêya Tunela Aşik Şenlîkê ya rêya Çildir-Aşik Şenlîkê du otomobîlên ku navê ajokarê wan nehat zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê de 12 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, AFAD û tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çildirê û Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.

Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran xedar e.

Ji birîndarên xedar ên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çildirê  G.Ş (44) li gel midaxeleyê bi ser xwe ve nehat û mir.

Li Mêrdînê mînîbûs wergeriya

Li aliyê din, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê mînîbûsa navê şoferê wê nehatiye zanîn wergeriya.

Qeza li ser rêya Nisêbîn û Midyadê çêbû.

Li ser agahdarkirinê cendirme, timên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

D qezayê de F.U. (67), S.U. (69), J.B. (68), I.B. (73), N.M. (75), S.M. (79) û D.U. (74) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst