Şirnex - Ji baranê reviyan lê brûskê li wan da: 2 mirî, 6 birîndar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirnex Brûsk Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê kesên ku di nav rez de ji baranê reviyan û çû binê darê lê brûskê li wan da û 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Milanyarê yê Şirnexê, dema endamên malbatên Acet, Erdogan û Beldekan di nav rezên xwe de tirî berhev dikirin baraneke gur bariya.

Ji bo ku xwe ji baranê biparêzin çûn binê darekê lê dema çûn binê darê birûskê li wan xist.

Di encamê de Selim Acet, Ramazan Acet, Ebubekir Acet, Lale Erdogan, Leyla Erdogan, Azize Erdoğan, Emîn Beldek û Selahattîn Beldek birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li nexweşxaneyê Lale û Leyla Erdogan tevî midaxaleyên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Her wiha hat ragihandin kû rewşa tenduristiyê ya Ramazan Acet jî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst