Li Şirnexê qezayeke giran: 4 kes mirin

16-04-2024
Nîşan Şirnex Qileban Qeza Mirin Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê otomobîlek qulibî û ket bestê.

Çar kesên di vê otomobîlê de canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Tomobîla ku Ferhat Bîlen diajot li gundê Repinê ket bestê.

Piştî ku gundiyan xeber da, gelek polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê û çûn cihê qezayê.

Ekîbên îtfaiyeyê Ferhat Bîlen, Abdulkerîm Babat, Melek Soylu, Haşîm Babat û Sevîm Demîrcîoglu ji otomobîlê derxistin.

Tedawiya Sevîm Demîrcîogluyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê berdewam dike lê her çar kesên din mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst