Mesrûr Barzanî: Canjidestana Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yê Îranê em dilgiran kirin

21-05-2024
RÛDAW
Mesrûr Barzanî, li Konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê beşdarî serxweşiya Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî, li Konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê beşdarî serxweşiya Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Îbrahîm Reîsî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê beşdarî serxweşiya Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê beşdarî merasîma serxweşiya Îbrahîm Reîsî ya li Tehranê jî bibe.

Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de got:

“Em li bendê bûn di çarçoveya serdana xwe ya Îraqê de, li Hewlêrê jî Serokkomarê Îranê pêşwazî bikin.

Mixabin vê bûyera trajîk rû da ku di encamê de Serokkomar, Wezîrê Karên Derve û hemû hevalên wan canê xwe ji dest da. Vê bûyerê em xemgîn kirin.

Em hatine bi rêya Konsulxaneya Îranê sersaxiyên xwe pêşkêşî rêberayetî, serokatî, hikûmet û gelê Îranê bikin û em hêvîdar in ku ev êşa dawî ya gelê Îranê be.

Hêvî dikim ev bûyer bibe sedemek ku gelan zêdetir nêzîkî hev bike û em hemû bikarin pêwendiyên baştir bi hev re ava bikin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê doh (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst