Berfê li 21 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwendin ragirt

21-03-2022
RÛDAW
Nîşan Berf Newroz Bakurê Kurdistanê Dibistan Xwendin Bexçeyê Xwendinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Erdexan, Sêrt, Erzerom, Agirî, Idir û Wanê ên Bakurê Kurdistanê û li14 parêzgehên Tirkiyê ji ber berfê îro 21ê Adara 2022ê dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Pêleke barîna berfê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û ji ber zehmetbûna hatin û çûna di rêyan re, qutbûna rêyên hin gundan û herwiha daketina pileya hewayê, li hin parêzgehan dibistan bo rojekê hatin girtin.

Parêzgar û rêveberiya perwerdê yên wan bajaran ragihand ku berfê bandoreke nerênî li ser jiyanê kiriye û li tevahiya 21 parêzgehê îro 21ê Adarê perwerde bo dema rojekê hatiye rawestandin. Herwiha destûr bi karmendên hikumî yên ducanî û yên kêmendam hat dayîn ku neçin ser kar.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Xarpêt, Sêrt û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê jî ji ber berfa zêde rêya hezar û 242 gundan hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst