Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, li herêma Zap-Avaşînê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şer derketiye.
Di vî şerî de leşkerê wan ê bi navê Mustafa Uslu hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Mustafa Uslu doh hatiye kuştin.
Hat zanîn ku ew ji bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê ye.
“Operasyona Pence-Kilîdê”
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse