Hejmara leşkerên kuştî bû 9, 4 leşker jî birîndar in

13-01-2024
Nîşan Başûrê Kurdistanê PKK Leşker Gerîla Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar in.

Di daxuyaniya ewil de hatibû ragihandin ku 5 leşker hatine kuştin, 8 leşker jî hatine birîndarkirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê gerîlayên PKKyê bi ser baregeheka wan de girtiye û li vê derê şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî vê daxuyaniyê, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 4 jî hatine birîndarkirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdia kir ku di van şer û pevçûnan de 15 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi vîdeoyekê ragihand ku gerîlayan li Zapê li dijî artêşa Tirkiyeyê çalakiyek pêk aniye.

HPGyê diyar kir ku di wê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û gerîlayan dest daniye ser gelek çekên wan.

"Gerîla di nav çeperan de ne"

Di vîdeoyê de gerîlayekî ragihand ku hêzên wan çalakî demjimêr 17:05ê êvarê pêk aniye û anî ziman:

“Ev çalakî li girê Amêdiyê li dijî leşkeran hat lidarxistin. Niha encamên yekemîn gelekî baş in, li gorî birêveçûna çalakiyê, çeperên destpêkê yên ku hatine çêkirin hatine îmhakirin.

Hêzên gerîlayan di nav çeperan de ne û wan niha dest daniye ser gelek alavên leşkeran.”

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst