Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya û tekezî li ser yekrêziyê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.
Ofîsa Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî îro şandeyeke Desteya Serokatiyê ya ENKSyê qebûl kir ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Feysel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê.
Ofîsa Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku rewşa siyasî û ewlehiyê û pêşhateyên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.
Ji bilî van mijaran, behsa hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî jî hat kirin.
Hat gotin ku Serok Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser yekrêzî û hevahengî û karê hevbeş ê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.
Serok Mesûd #Barzanî bi #ENKS'yê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2025
📌 Şandeyeke Desteya Serokatiyê ya ENKSyê ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Feysel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê pic.twitter.com/oLocyJKfmS
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse