Êrîşa li dijî welatiyên Duhokê li Mêrdînê hat şermezarkirin

21-01-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Nisêbîn Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê nûnerên 61 komele, weqf, sendîka û saziyên civaka sivîl piştî nimêja Înê li pêşiya mizgeftê kombûn û êrîşa li ser rêya Nisêbînê şermezar kirin ku tê de 3 jê jin 5 welatiyên Başûrê Kurdistanê hatibûn kuştin.

Beşek ji xelkê Mêrdînê jî di vê çalakiyê de amade bûn û hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyên êrîşê anîn ziman.

Serokê Sazmana Belavkirina Zanînê Necmettîn Başboga got "Em derbarê bilez destserkirina kujeran de spasiya aliyên peywendîdar dikin. Lê hêviya me ew e ku ev bûyer qet çênebin û rê neyê dayîn jî ku çêbibin. Em xem û êşa van bira û xwîşkên xwe ku bi hovane hatine kuştin parvedikin û bi tundî kujeran şermezar dikin û hêvî dikin ku proseya dadgehkirinê bi berfirehî, bi baldarî û bi şefafî bê birêvebirin."

Serokê partiya HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş şermezar kir.

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu “Ez ji xwedê bo xwîşk û birayên xwe yên  ku di vê êrîşa hovane de wafat kirine rehmê û bo malbatên wan jî sebrê dixwazim. Ez kujeran lenet dikim. Divê bûyer demildest ji hemû aliyan ve  bê zelalkirin.”

Cenzayên 3 qurbaniyên bûyerê li komalgeha Bagêra û 2 qurbaniyên din jî li nahiyeya Şêladizê bi axê hatin spartin. 

Derbarê êrîşê de 6 gumanbar hatibûn destserkirin. Lê piştî karûbarên yasayî 2 ji wan hatin berdan û lêkolînên li ser 4 kesên din jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst