Dadgehê cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Dêrsimê

20-11-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak Darizandin DEM Partî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Dadgeha 1emîn a Cezayên Giran a Dêrsimê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Cevdet Konak.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak li Dadgeha Dêrsimê hat darizandin.

Dozgeriyê xwest ku Cevdet Konak were cezakirin û dadgehê jî biryara 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. 

Ji ber rûniştina dozê li ber dozgerî, dadgeh û Şaredariya Dêrsimê gelek tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê gelek caran hişyariyê didin ku kes wesayîtên xwe li ber şaredariyê ranewestînê.

Hevseroka Şaredariya Dêrsima Bîrsen Orhanê bal kişand ser tedbîrên zêde û gel vexwend ber şaredariyê.

Li hêla din, Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî di çarçoveya heman dozê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê stand.

Divê were gotin ku Şaredariya Pilûrê di destê CHPyê de ye. 

“Li bajêr tevgereke zêde heye”

Bîrsen Orhanê xwest gelê Dêrsimê li şaredariya xwe xwedî derkeve û got:

“Îro dadgeha hevserokê me yê şaredariyê Cevdet Konak heye.

Li ber dadgehê û li bajêr tevgereke zêde heye.

Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li şaredariyê xwedî derkevin. Bilez.”

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta ku berê “propagandaya rêxistinê” kiriye di heqê Cevdet Konak de dest bi lêpirsînê kiribû.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de DEM Partiyê li Dêrsimê ji sedî 40,22yê dengan standibûn û Cevdet Konak û Bîrsen Orhan bûbûn serokê şaredariyê.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribûn ku di destê DEM Partiyê de bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst