Qeyûmê Dêrsimê hesabê medyaya civakî yê şaredariyê guhert

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Qeyûm Cevdet Konak Bulent Tekbiyikoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Dêrsima Bakura Kurdistanê Bulent Tekbiyikoglu piştî ku wekî qeyûm hat tayînkirin hesabê medyaya civakî yê şaredariyê guhert.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kirin.

Li şûna Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin û li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Piştî ku Bulent Tekbiyikoglu dest bi kar kir navê hesabê Xê yê Dersim Belediyesi (Şaredariya Dêrsimê) wekî Tunceli Belediyesi (Şaredariya Tunceliyê) guhert.

Her wiha nivîsa "Em bi hev re bi ser ketin, em dê bi hev re bi rê ve bibin" a ku di dema Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de hatibû nivîsîn jî hat jêbirin û li şûna wê îkonên alayên Tirkiyeyê hatin danîn.

Parêzgar Bulent Tekbîyikoglu doh bi blokên betonê ber avahiya şaredariyê girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst