Li Sêrtê 330 serî pez hatin dizîn: 3 kes hatin desteserkirin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Pez Diz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 330 serî pez hatin dizîn.

Li gorî zanyariyan hinek ajeldarên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê pezê xwe biribûn zozanên Wanê.

Wan ajeldaran 14ê Çiriya Paşînê di rêya vegerê de li gundê Berhurikê yê Sêrtê bêhna xwe vedan.

Piştî demekê çend kes dema şivanên keriyê pez di xew de bûn 330 serî pez dizîn.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê lêkolîn dan destpêkirin û 3 kes bi gumana diziya wî pezî desteser kirin.

Herwiha 198 serî pezê ku hatiye dizîn jî dîtin û radestî xwediyê wan kirin.

Hat ragihandin ku karûbarên yasayî yên derbarê gumanbaran de berdewam in.

Xebatên ji bo dîtina 132 ser ajelên din ên winda jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst