Li Wanê 117 mih ji zinar ketin û mirar bûn

04-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdîş Pez Mirarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 117 mih ji zinarekî ketin û mirar bûn.

Li gor zanyariyan şeva înê li zozanên taxa Şehîrpazariyê ya navçeya Erdîşê, şivên derdora 900 serî pezê 11 malbatan biribû çêrê.

Ji keriyê pez 117 mih ji zinarekî de ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), Rêveberiya Çandinî û Daristanan û cenderme çûn cihê bûyerê.

Di encamê lêkolînên tîman de diyar bû ku her 117 mihên ku ji zinar ketine, mirar bûne.

Hat ragihandin tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanan  hewl didin li goî hejmarên li ser guharên wan ajelan xwediyên wan destnîşan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst