Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”
Serokê Herêma Kurdistanê bi gotina piştî Bihara Erebî şerê bi wekalet li navçeyê dest pê kir, da xuya kirin: “Piştî Bihara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hin welatan li navçeyê lawaz bû, hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng li navşeyê, dest bi rikeberiyê kirin. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û milmilaniyên navçeyî. Zemîne ji bo destwerdana serbazî ya navdewletî çêbû. Ew bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfeta navbeynkariyê, çimku hêzên navdewletî li cihê rola xwe ya navbeynkariyê, bûne beşek ji şer.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya metirsiya DAIŞê kir û da xuyakirin, “DAIŞ hêj jî gef e li navçeyê û li seranserê cîhanê, him weke îdeolojî û him weke komeke çekdarî.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişê li herêmê kir û got: “Stratejiya me belavkirina istiqrar û pêşkevtinê li Herêma Kurdistanê, li tevahiya herêmê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse