Asayîşa Hewlêrê hişyarî da: Berdana guleyan qedexe ye

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Hewlêrê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Parlamentoya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Hewlêrê bangî xelkê kir ku piştî hilbijartinê berdena guleyan qedexe ye û her kesê pabendî biryarê nebe dê were desteserkirin.

Birêvebiriya Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de wiha got:

“Em ji hemû welatiyan û aliyan re radigihînin ku piştî bidawîhatina pêvajoya dengdanê berdena guleyan qedexe ye.

Her kesê ku guh nede û biryaran bin pê bike, em dê derbarê wan de tedbîrên yasayî bistînin û dê bên girtin.

Ji ber vê yekê em ji her kesî dixwazin ku rêzê li aramî û ewlehiya welatiyan bigirin.”

Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro saet 07.00an dest pê kir û saet 18.00an qediya. 

Xelkê Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.

Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst