Komîsyonê rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya beşdariya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya heta saet 12:00an hat ragihandin û li hinek cihan rêje kêm û li hinek cihan jî navîn e.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê amarên rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya heta saet 12:00an eşkere kirin.

Li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê rêjeya beşdariyê bi vî awayî ye:

Parêzgeha Dihokê: Ji sedî 31

Parêzgeha Hewlêrê: Ji sedî 34

Parêzgeha Silêmaniyê: Ji sedî 29

Parêzgeha Helebceyê: Ji sedî 33

Li gorî vê yekê, rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nav 5 saetên dengdanê de ji sedî 31 bûye.

Bazneya Hewlêrê

Li navenda dengdanê ya Kesnezanê ku hejmara herî zêde ya dengderan lê ye, li 9 navendan dê 4 hezar û 50 kes deng bidin ku heta saet 12:00an hezar û 388 dengderan dengê xwe daye.

Li Dibistana Rêbara navçeya Xebatê, heta niha ji 2 hezar û 884 dengderan 958 dengderan dengê xwe daye ku ji sedî 33yê beşdaran dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, heta saet 12:00an rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya li navçeya Koyeyê ji sedî 25,16 bûye.

Bazneya Dihokê

Rêjeya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li çar nahiyeyêb navçeya Şêxanê navîn bûye û li navçeya Baedrê gihîştiye ji sedî 41ê.

Qaymeqamê navçeya Şêxanê Serdar Şêx Yehya ji Rûdawê re ragihand ku rêjeya beşdariya dengdanê li nahiyeyên Kelekçî, Etrûş, Qesrok û Baedrê ya heta saet 12:00an wiha bûye:

Nahiyeya Kelekçiyê: Ji sedî 35

Nahiyeya Etrûşê: Ji sedî 38

Nahiyeya Qesrokê: Ji sedî 36

Nahiyeya Baedrê: Ji sedî 41

Bazneya Silêmaniyê

Li navenda dengdanê ya Sablaxê heta saet 12:00an ji hezar û 124 dengderan 450an dengê xwe da.

Li navenda dengdanê ya Dibistana Amadeyî ya Hemrînê ya Kelarê, ji 2 hezar û 350 dengderan heta saet 12:00an 661 dengderan dengê xwe daye ku ev jî ji sedî 28ê tevahiya dengderên navendê ye.

Li navenda dengdanê ya Rizgariyê heta saet 12:00an rêjeya beşdariyê ji sedî 19 bûye û ji 2 hezar û 700 dengderan 519an dengê xwe daye.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku heta saet 12:00an rêjeya beşdariya dengdanê ji sedî 33 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst