Li çiyayê Şingalê “Cemaya Kiçik Laliş” birêve diçe

20-09-2019
RÛDAW
Êzidî di vê baweriyê de ne, ku Şêx Hadî berî ku biçe Lilişê, li vî cihî maye lewma jê re dibêjin Kiçik Laliş ango Lalişa Biçûk.
Êzidî di vê baweriyê de ne, ku Şêx Hadî berî ku biçe Lilişê, li vî cihî maye lewma jê re dibêjin Kiçik Laliş ango Lalişa Biçûk.
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Kiçik Laliş Kurdistan
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Îro li çiyayê Şingal, bi beşdariya bi sedan welatiyên Kurdên Êzidî û çend kesayetên olî yên Êzidî, merasima Cemaya Kiçik Lalişê (Cemaya Lalişa Biçûk) birêve diçe.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, hejmareke mezin a welatiyên Kurdên Êzidî û kesayetên olî yên Êzidî di merasima Cemaya Kiçik Lalişê de amade bûne.

Piştî 5 salan, ev cara yekem e ku merasima Cemaya Biçûk a Lalişê li çiyayê Şingalê tê lidarxistin.

Ji sala 2014an ve û ji ber şerê DAIŞê, Kurdên Êzidî nedikarîn wê merasima xwe ya olî saz bikin.

Kesatiyekî olî yê Kurdên Êzidî jî derbarê merasima olî ya Cemaya Kiçik Lalişê de ji Rûdawê re got, li gor tiştên ku ji berê ve ji wan re hatine gotin, Şêx Hadî hatiye wî cihê ku niha merasim lê tê lidarxistin û bo demekê li wê derê maye, piştre çûye geliyê Şêx Hadî ku niha Perestgeha Lalişê lê ye, merasima Kiçik Lalişê ji wê yekê tê.

Welatiyên Kurdên Êzidî jî bi birêveçûna merasima Cemaya Kiçik Lalişê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Xortekî Kurdê Êzidî dibêje, berî ku Şêx Hadî serdana wî cihî bike, navê kaniya ava li vir, Kaniya Gulav bûye, lê paşê Şêx Hadî navê wê kaniyê kiriye Pîre Xwah.

Bi gotina wî xortî, navê wê kaniyê li cem Êzidiyan pîroz e, ji ber ku ji du beşan pêk tê, Xwah ku li cem Êzidiyan navekî Xwedê ye û pîroz e û Pîr ku ev peyv jî li cem Êzidiyan pîroz e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst