Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber pevçûna 8 Nîsanê ku kesek hatibû kuştin û 11 kes birîndar bûbûn 22 kes hatin girtin.
Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê 8ê Nîsana 2025an di pevçûna du koman de kesek hatibû kuştin û yek jê polîs 11 kes jî birîndar bûbûn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û 30 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Di lêgerînên li malan de 5 demançe û 3 tifing jî hatibûn girtin.
Piştî karên îfadewergirtinê, îro 30 kes şandin Dadgeha Amedê.
Dadgehê derbarê 22 kesan biryara girtinê da û 8 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse