Hewlêr: Malbata zarokekî nexweş daxwaza alîkariyê dike

20-07-2023
Helebja Sadon
Hewlêr: Zarokekî ji Kobaniyê bi nexweşiyeke giran ketiye
Hewlêr: Zarokekî ji Kobaniyê bi nexweşiyeke giran ketiye
Nîşan Zarok Kobanî Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a paytext zarokekî ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bi nexweşiyeke giran ketiye û divê bê dermankirin lê rewşa malbatê rê nade wê yekê û ew daxwaza alîkariyê dikin.

Rojane zêdetirî 15 caran Demhat di vê rewşê re derbas dibe. Demhat nexweşê Fê anko Serê ye. Dema ew 8 mehî bû yekem car rastî vê nexweşiyê hat.

5 sal in Demhat li çareseriyê digere lê heta niha her ku diçe rewşa wî xirabtir dibe. Heta niha 4 nexweşxane û 7 pizîşk li Herêma Kurdistanê guhertine û her hemû li di heman fikrê de ne ku çareserî li Bexda ya paytexta Iraqê ye.

Bavê Demhat Mislim Mihemed anî ziman, “Nexweşiya kurê min êdî bi dermanan jî çareser nabe, lewma pêwîst e bi zûtirîn dem de neştergerî ji kurê min re were kirin.”

Malbata xelkê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2015an ve li Hewlêrê dimînin lê ji ber ku ew li Herêma Kurdistanê penaber in, tenê wan mafê çûnûhatinê di nava parêzgehên Herêmê de hene, lewma nikarin herin Bexdayê û çareseriya kurê xwe bikin.

Bavê Demhat Mislim Mihemed li ser nexweşiya kurê xwe got, “Em nikarin herin Bexdayê û pizîşk dibêje ku çareserî li wî bajarî ye. Em bi hêvî ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan aliyekî peywendîdar bi me re alîkar bin ji bo ku em çareseriyekê ji rewşa kurê xwe re bikin.”

Li gor pizîşkê Demhat, ev cure bi dermanan çareser nabe û pêwîst e bi zûtirîn dem neştergerî ji Demhat re were kirin lê ev cure neştergerî li Herêma Kurdistanê nayê kirine. Çareserî li Bexda, Îran û Tirkiyê dibe.

Pisporê Mêjî û Demar û Birbira Pişt Dr.Mecîd Keyhanî Ferd got, “Ev cure neştergerî li Herêma Kurdistanê nayên kirin, lewma divê demeke kurt de herê Bexdayê, yan jî divê herê Tirkiyê yan jî Îranê.”

Li gor Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, di rewşên wiha mirovî de ew alîkar in.

Rêveberê giştî yê karûbarê ofîsên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas anî ziman, “Di haletên wiha mirovî de û bi alîkariya wezîra koçûkoçberan, wê ev nexweş were veguhestin ji bo Bexda û çareseriyê werbigre û wê ev hemû di bin serpiriştiya wezaretê de be. Lê divê maklbat daxwaziyekî bi riya rêveberiya me li Hewlêrê pêşkêşî wezaretê bike û her biryarek ku wezîra koçûkoçberan bistîne wê were cîbecî kirin.”

Ji ber nexweşiya xwe, neçar e li mala xwe hêwir bibe. Heta niha û ji ber nexweşiya xwe, Demhat baxçeyên zarokan jî nedîtiye lê bi hilgirtina wî ji vî çanteyî re wisa diyar e ku hêviyên wî bi çareseriyê bihêz in, dibe ku rojek were û ji nava van dergeh û pencereyan azad bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst