Li Zankoya Kirmaşanê xwendekarekê canê xwe ji dest da, malbata wê bi guman e

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Zankoya Kirmaşanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekareke Kurd di beşa navxwe ya Zankoya Azadî ya Kirmaşanê de canê xwe ji dest da. Malbata wê dibêjin mirina wê bi guman e û daxwaza lêkolînê li ser sedema mirina wê dikin.

Şeva Çarşemê, xwendekara pola duyem a hemşîretiyê li Zankoya Azadî ya Kirmaşanê Sena Zari ji nişka ve canê xwe ji dest da. Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji kesên nêzîkî wê wergirtine, Sena Zari ti nexweşiyeke wê nebûne û kesên ku pê re dimane jî ti nîşanên nexweşiyê li ser wê nedîtine û ji nişka ve xwîn ji poz û guhên wê hatiye û canê xwe ji dest daye.

Malbata Sena Zari guman dikin ku keça wan bi mirineke asayî miribe û bavê wê jî ji berpirsên beşa navxwe ya Zankoya Azadî ya Kirmaşanê re gotiye, keça wê hatiye kuştin û daxwaza lêkolînê li ser sedema mirina wê kiriye.

Serokê Zankoya Azadî ya Kirmaşanê Ferhad Gulmihemedî ragihand, pizîşkiya dadwerî lêkolîn li ser cenazeyê Sena Zari kiriye lê heta niha encam nehatiye ragihandin.

Sena Zari 21 salî bû ji gundê Kuîkê yê ser bi bajarê Serpêlî Zehaw bû. Sala borî di beşa hemşîretî ya Zankoya Pizîşkî ya Kirmaşanê de hatibû qebûlkirin. Cenazeyê Sena Zari roja Pêncşemê li gundê Kuîk ê Serpêlî Zehaw hate veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst