Ji Amerîka bo Herêma Kurdistanê: Divê heta dawiya salê hilbijartin bên kirin

20-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin pêk anî, daxwaz kir ku di dawiya îsal de hilbijartin bên kirin.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin pêk aniye.

Alina Romanowski dibêje ku ew pîrozbahî li Serokwezîr û cîgirê wî dike ku diyaloga serketî bûye û di nihara Encûmena Wezîran pêşketin encam dane.

Di hevdîtinê de, dîplomata Amerîkî eşkere kir ku daxwaz ji Barzanî û Talebanî kirine ku hevahengiya xwe di armancên sereke yên weke reforma di Wezareta Pêşmerge de, pabendbûna bi mafên mirovan û lidarxistina hilbijartinan beriya dawiya salê de bihêztir bikin.

Daxuyaniya Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski li ser hesabê Twitterê ya bi Erebî û Îngilîzî wiha ye: “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin kir. Min dîyaloga serketî û pêşketinên di çarçeweya Encûmena Wezîran de pêk hatin, bilind nirxand û pîrozbahî li wan kir. Ez her du aliyan han didim bo xurtkirina hevahengiyê derbarê pêşîniyên hevbeş, çaksaziyên Pêşmerge, karê ji bo mafên mirovan û encamdana hilbijartinan berî dawiya sala 2023an bikin.”

Qubad Talebanî ku demekê ji karê hikûmetê vekişiyaye û Mesrûr Barzanî, 8ê Gulanê li Hewlêrê civîneke dualî pêk anîn. Piştre wezîrên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja 14ê Gulanê vegeriyan ser karên xwe yên hikûmetê.

Qubad Talebanî ji 22ê Cotmeha 2022ê ve û YNKê jî ji 22ê Çileya Pêşîn a 2022ê ve beşdarî civînên Encûmena Wezîran ne bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst