Li Xarpêtê erdhej

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoxê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, îro erdhejek bi hêza 4.6 pile çêbû.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam in. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Xoxê ya Xarpêtê erdhejek bi pileya 4.6 çêbû.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirin, 20ê Nîsanê demjimêr 01:44 li navçeya Xoxê bi pileya 4.6 û di kûrahiya 11 kîlometreyan de erdhejek çêbû.

Parêzgariya Xarpêtê ragihand: “Piştî erdhejê heta demjimêr 01:58an derbarê zerarê de ti zanyariyek nehatiye tomarkirin. Hemû şaxên me li bajarê me bandorên erdhejê ji nêzîk ve dişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst