Em dê 2725an bikin sala dahênana zêdetir

20-03-2025
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Newroz Kurdî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Em Cejna Newrozê û Serê Sala Nû ya Kurdî 2725an li hemû neteweya Kurd û gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku sala aştî û pêşketina Kurdistanê be.

Neteweya Kurd vê Newrozê bi hêviya nû dest pê dike, Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi rûmala hemelayen a profesyonalane tevlî wê hêviya gelê Kurdistanê bûye.

Tora Medyayî ya Rûdawê wekî dezgeha medyayî ya herî bibandor û herî bawerpêkirî ya Kurdistanê dê berdewam be di veguhestina daxwaz û pirs û çîrokên gelê Kurdistanê.

Baweriya bîner û xwîner û guhdaran wiha kiriye ku tevî astengî û pirsgirêkên ku her tim tên çêkirin, Rûdaw her di pêşketin û geşbûnê de be.

Em gelekî spasiya vê piştgiriya berdewam a gelê Kurdistanê dikin.

Rûdaw ji bo xizmeta giştî ya xelkê niha li ser projeyên nû yên dahênerane kar dike. Di paşerojeke nêzîk de hûn dê wan dahênan û pêşketinan bibînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê ku di dîroka medyayî ya Kurdistanê de xwediya zêdetirîn xelatên cîhanî ye, îsal pêwendiyên xwe yên cîhanî berfirehtir dike.

Ev jî dê rengvedaneke zêdetir li ser pêşketina zêdetir a Rûdawê bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê

20.03.2025

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst