Li 'Paytexta Newrozê' dê 2724 meşalê bên vêxistin

20-03-2024
Nayîf Remezan
Îro li Akrê kernevala Newrozê bi rê ve diçe
Îro li Akrê kernevala Newrozê bi rê ve diçe
Nîşan Newroz Akrê Meşale
A+ A-

Akrê (Rûdaw) - Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bajrê Akrê ku wekî paytexta Newrozê jî tê binavkirin bidawî bûn.

Ji bo pîrozbahiyê dê 2724 meşalê bên vêxistin.

Cejna Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê, bi çalakiyên cur bi cur û şahiyan tê pêşwazîkirin.

Îro li Akrê kernevala Newrozê bi rê ve diçe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend dîplomat û berpirsên welatên biyanî jî beşdarî pîrozbahiyên li Akrê dibin.

Ji ber Remezanê biryar e piştî fîtarê saet 18:50î  agirê Newrozê were vêxistin.

Piştre jî dê wekî sembola sala Kurdî 2724 meşalê bên vêxistin.

Grûpeke jî Pêşmerge ku ji 150 kesî pêk tê, wek xwebexş meşaleyan ji bo karnavala Newroza Akrê amade dikin.

Berpirsê wê grûpa Pêşmerge Ednan Ebdulwehab ji Rûdawê re ragihand:

“Dema em agir berdidin van meşaleyan ewil d rûn û gaza wan dişewite. Piştre jî telîs bixwe dişewite.

Agirê meşaleyan heta sê seatan berdewam dike.”

Îsal cara yekemîn e ku nûner û kesayetên biyanî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi fermî beşdarî karnavala Newrozê ya Akrê bibin.

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li cihê karnavaka festîvalê amade bibe.

Rêveberê Çand û Hunerê yê Akrê Dilşad Alî jî got:

“Em dê piştî fitarê dest bi karnevala Newrozê bikin.

Em hêvî dikin ku îsal jî wek her sal gelek kes qesta Akrê bikin û beşdarî pîrozhabiyan bibin."

Herwiha cara ewil e her du aliyên Akrê dê pêşandana ronahî û lazerê were lidarxistin.

Di dema karnavala ku ji aliyê MRFyê ve tê organîzekirin de, asman dê 15 xulekan were ronî kirin.

Her sal pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Akrê ji ber merasîmên cuda yên ku li wir tên lidarxistin, ji hemû deverên din zêdetir bala xelkê dikişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst