Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 8 şervanan eşkere kirin ku di êrişên komên çekdar de canê xwe ji dest daye.
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyand ku di êrişên kom û komikên çekdar de 8 şervanan di demên cuda de û li cihên cuda canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê nav û paşnavên van 8 şervanan wiha ne:
Xemîs Mihemed El Ebdullah, Baran Hesekê (Ziyad Tariq El Ubeyd), Yaqûb Hesekê (Mihemed Casim El Elo), Rustem Kobanê (Mistefa Îsa Ehmed), Yamanc Rînceber (Mistefa Cimo), Cano Girê Spî (Nedîm Îsa Mihemed), Şoreş Kobanê (Yasir Zafir Ebdî), Heqî Sebawî (Ebdurehman).
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku Tirkiye û komên wê yên çekdar bi çekên giran êriş dikin lê şervan nahêlin ku ew bi pêş bikevin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê li Bendava Tişrînê eşkere kiribû û ragihandibû ku 29 çekdar hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse