Hewlêr (Rûdaw) - Însiyatîfa Melayên Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan bangî Mezlûm Ebdî, Bafil Talebanî û Mihemed Îsmaîl kir.
Însiyatîfa Melayên Kurdistanê bi rêya hesabê xwe yê Xê nameyên yekîtiyê ji nûnerên Kurdan re şandin.
Di nameyan de hat diyarkirin ku Însiyatîfa Melayên Kurdistanê ji aliyê melayên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û Diyasporayê ve hatiye avakirin.
Însiyatîfê xeyn ji Serok Barzanî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl re jî name şandin.
Însiyatîfa Melayên Kurdistanê bal kişand ser rola wan û banga yekîtiyê li wan kir.
Nameya ji Mezlûm Ebdî re wiha ye:
“Em Însiyatîfa Melayên Kurdistanê a sivîl in ku ji aliyê melayên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê ve hatiye avakirin.
Armanca me ew e ku em berê gelê xwe yê ji me bawer e bidin piştgirîya doza Kurd û bêyî cudakariya bawerî û nêrîna siyasî bi hemû rengên cuda di navbera Kurdan de hevkarî û yekîtiyê han bidin.
Di demekê de ku tevgera siyasî ya Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, ji bo Kurdan girîngiyeke jiyanî ye ku di mijarên bingehîn ên neteweyî de helwesteke hevpar nîşan bidin û di qada navneteweyî de bi yek dengî helwêsta yekîtiyê nîşan bidin.
Ji ber ku aktorên navneteweyî ji bo piştgirîkirina tevgerên siyasî yên Kurd ên parçebûyî û belavbûyî yên ku enerjiya xwe di şerê bi hevûdu re xerc dikin û bi kêmanî di asta berjewendiyên netewî de nekarîne pirsgirêkên xwe çareser bikin, dudil in û dûr dikevin.
Ev rewşa siyasî ya Kurd a ji hev belavbûyî û nakok, hêza pêşîgirtin û bazarkirinê ya Kurdan gelekî lawaz dike. Lewma pêwîst e hemû parçeyên Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên netewî yên Kurd siyaseta hevpar pêş bixin û bi hev re tevbigerin.
Di vê çarçoveyê de em ji we tika dikin ji aliyekî ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê re li ser bingeha yekitiya neteweyî diyalogê pêş bixin û ji aliyê din ve di nav de ENKS hemû partiyên siyasî yên Rojava hemêz bikin û bi wan re bi hevbeşî tevbigerin.
Ev rewş dê ji bo armanca naskirina statuya siyasî ya Rojava ji aliyê civaka navneteweyî ve destê we gelekî bi hêz bike. Ji bo ku em ji nifşên xwe yên nû re bikaribin siberojeke bi rûmet bihêlin em li bendê ne ku hûn ji têkoşîna li dijî dijmin zêdetir ji bo yekîtiya Kurdan hewl bidin. Ji bo baş bikar anîna vê derfeta dîrokî roleke girîng dikeve ser milê Cenabê we.
Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne û ji bo yekitiya Kurdan dê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê we, hûn dê bi cih bînin û hewlên pêwîst bidin. Serkeftina we ji bo me dê bibe cihê kêfxweşî û serbilindiyê.
Bi vê boneyê em ji we re serkeftinê dixwazin û hezkirin û rêzdariya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Xudayê bexşende alîkar û hevalê we be.”
NAME (Mektup) ji bo;
— Însiyatîfa Melayên Kurdistanê (@imk_2024) January 17, 2025
Birêz General Mazlûm Abdî Kobanî,
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê.@MazloumAbdi @SDF_Syria pic.twitter.com/ZxX67j8Tci
Nameya ji bo Bafil Talebanî bi vî rengî ye:
“Pêwîst e hemû parçeyên Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên netewî yên Kurd siyaseta hevpar pêş bixin û bi hev re tevbigerin.
Di vê çarçoveyê de roleke mezin dikeve ser milê Cenabê we Serokê YNKyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xwedî statuyeke navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de daxwaza me ya herî mezin ew e ku YNK û Cenabê we ji aliyekî ve li Herêma Kurdistanê hewla bihêzkirina yekitiya neteweyî ya Kurd bide û ji aliyê din ve bi taybetî li Rojava ku ji bo bidestxistina statuyeke siyasî hewl dide bi hemû partiyên Kurdistanî re diyalogê pêş bixin û li dijî gefên derve, hevkariyê bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne û ji bo yekitiya Kurdan dê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê we, hûn dê bi cih bînin û hewlên pêwîst bidin. Serkeftina we ji bo me dê bibe cihê kêfxweşî û serbilindiyê.
Bi vê boneyê em ji we re serkeftinê dixwazin û hezkirin û rêzdariya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Xudayê bexşende alîkar û hevalê we be.”
NAME (Mektup) ji bo;
— Însiyatîfa Melayên Kurdistanê (@imk_2024) January 17, 2025
Birêz Bafel Talabanî,
Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK)ê@Bafeltalabani@PukInfo pic.twitter.com/QG55SVsvDA
Nameya ji bo Mihemed Îsmaîl jî bi vî awayî ye:
“Divê hemû partiyên li Rojava li ser bingeha berjewendiyên neteweyî yên Kurd polîtîkaya hevbeş pêş bixin û bi hevbeşî tev bigerin. Di vê çarçoveyê de lihev kirina we û PYDyê li ser zemîneke hevbeş û yekdengî û yekhelwêstiya we, dê ji bo bidestxistina statuya siyasî ya Rojava ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve naskirin, destê we gelekî bi hêz bike.
Em dixwazin hûn bizanin ku eger hûn ji vê derfeta dîrokî sûdê wergirin, dê nifşên dahatû herwext we bi dilxweşî bi bîr bînin û eger hûn yekrêziya xwe pêk neyînin û li ser maseyê têk biçin, gelê Kurd ti carî berpirsan efû nake.
Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we û partiya we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne û ji bo yekitiya Kurdan dê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê we, hûn dê bi cih bînin û hewlên pêwîst bidin. Serkeftina we ji bo me dê bibe cihê kêfxweşî û serbilindiyê.
Bi vê boneyê em ji we re serkeftinê dixwazin û hezkirin û rêzdariya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Xudayê bexşende alîkar û hevalê we be.”
NAME (Mektup) ji bo;
— Însiyatîfa Melayên Kurdistanê (@imk_2024) January 17, 2025
Birêz Mihemed Îsmaîl,
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, (ENKS) ê pic.twitter.com/uLQtHsPFaX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse