Îranê têkildarî êrişa li Şamê: Em dê di demeke guncaw de bersivê bidin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şam Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şamê ya Sûriyeyê, li dijî hêzên Îranê êriş hat kirin û di encamê de 5 efserên pilebilind Îranê hatin kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku Îsraîl berpirsê êrişê ye û got “Em dê di demeke guncaw de bersivê bidin.”

Supaya Pasdaran a Îranê herwiha ragihand ku Mihemed Emîn Semedî yê ku di êrişê de birîndar bûbû jî canê xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî têkildarî êrişê daxuyanî da.

Kenanî diyar kir ku “Ew dê di deme guncaw de” bersivê bidin.

Kenanî got ku ew ji “zêdebûna êrişên provakatîf” ên Îsraîlê aciz bûne.

Kenanî wiha berdewam kir:

“Komara Îslamê ya Îranê, dê di demeke guncaw de bersiva êrişa li paytexta Sûriyeyê bide û ev mafê xwe heye.”

Kenanî diyar kir ku çalakiyên Îsraîlê yên li herêmê “lewazbûn û bêçaretiya nîşan dide” û êriş wekî “hewldaneke lewaz a belavkirina bê aramiyê” nirxand.

Li gorî daxuyaniya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di encama êrişê de 10 kes hatine kuştin.

Kanala Telegramê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Cîgirê Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a karûbarên ewlehiyê Hac Sadiq Omîdzade û cîgirê wî Hac Xulam Muherem di êrişê de hatine kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihandibû ku 2 fermandarên pilebilind ên Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê di encama êrişeke Îsraîlê li Şamê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst