Îsraîlê êrişî Şamê kir: 8 leşker birîndar in

03-05-2024
Nîşan Îsraîl Êriş Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 8 leşkerên Sûriyeyê li Şamê di êrişa asmanî ya Îsraîlê de birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), êrişê şeva borî dersora saet 22:00yan rû daye û xeyn ji birîndarbûna 8 leşkeran xisara madî jî çêbuye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku Îsraîlê êrişî navendeka perwerdeya îstixbaratê kiriye.

SOHRê diyar kir, cihê ku hatiye bombebarankirin ji sala 2014an ve ji aliyê Hizbulaha Libnanê ve dihat bikaranîn lê Hizbulahê paşê we der kiriye girtîgeh.

Li hêla din, SOHRê da zanîn ku kuştî jî hene lê li ser hejmara kuştiyan ti agahî nedan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst