DEM Partiyê li Amedê berbijêrên xwe nasandin: ‘Em dê qeyûman bişînin’

30-01-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan DEM Partî Berbijêr Hilbijartin Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) berbijêrên xwe yên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bi merasîmekê nasandin.

Hevserokên DEM Partiyê û berbijêran diyar kir ku ew dê di hilbijartinên şaredariyan de qeyûman bişînin û bajarên xwe bi destê xwe bi rê ve bibin.

Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) berbijêrên xwe yên şaredariyan li Amedê bi merasîmeke nasandin.

Ji ber ku DEM Partî xwedî pergala hevserokatiyê ye, di şaredariyan de jî heman rêbazê dide pêşiya xwe.

Li her bajar û navçeyekê jinek û mêrek wekî berbijêr nîşan dide û pergala hevşaredartiyê diparêze.

Di merasîmê de hevşaredarên 96 navendan hatin nasandin. Her yek ji bajar û navçeyeke cuda bin jî armanca wan yek e “serkeftin û rakirina qeyûman.”

Berbijêrê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun got:

“Em dê qeyûman bişînin, em dê bi ser bikevin. Em dê Amedê derxin ezmanên herî jor. Ji bo gelê Kurd em dê Amedê pir bilind bikin.”

Berbijêrê navçeya Akdenîza Mersînê Hoşyar Sariyildiz anî ziman:

“Ji hemû gelê Kurdistanê re silavên xwe bi rê dikim. Bila hemû hevalên me bizanibin serkeftin her tim a gelê Kurd e.”

Ji bo berbijêrên jin merasîmeke taybet û cuda jî hate lidarxistin. Ji ber ku her yek ji deverekê bûn bi cil û bergên herêma xwe hatibûn, merasîma nasandina berbijêrên jin wekî defîleyeke cil û bergên Kurdî bû.

“Jina Kurd pêşengiyê ji hemû cîhanê re dike”

Berbijêra Hevşaredariya Akdenîza Mersînê Nuriye Arslanê got:

“Ji ber ku hest û ramanên jina Kurd pêşengiyê ji hemû cîhanê re dike, dibe mînak ji hemû jinên cîhanê re jî, bi wan hestan dê jinên Kurd herin ser sindoqê û dê bi ser bikevin.”

Berbijêra Hevşaredariya Îdirê Nejla Komê anî ziman:

“Em dê vê feraseta qeyûman bişkînin. Îdir a me ye. Îdir a gelê me ye. Wan bi zorê ji me stand, em dê careke din ji wan bistînin û bidin gelê xwe.”

Berbijêra Hevşaredariya Şemrexa Mêrdînê Kudret Uçukê jî anî ziman:

“Dem dema jinê ye, dem dema azadiya rojê ye.”

Berbijêra Hevşaredariya Sûra Amedê Fatma Onkolê got:

“Em dixwazin jin, keç û xort, zarok, nivîşkan bên, em hemû bi hev re bixebitin û bajarê xwe bi ser bixin.”

Di merasîma nasandina berbijêrên hevşaredarên jin de hat diyarkirin ku pergala hevserokatiyê xeta DEM Partiyê ya binevşî ye û ew dê ti carî ji pergala hevserokatiyê neyên xwarê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî anî ziman:

“Li vir ji hemû gelan jin hebûn. Bi rengê xwe, bi motîfên herêma xwe li vir bûn. Di hilbijartinên 31ê Adarê de, em dê diyariyeke pir mezin bidin demokrasiya Tirkiyeyê.

Em dê bi hev re bi jinan re bi ser bikevin. Em dê qeyûman bişînin û em dê di şaredariyan de hêza jinan zêdetir bikin.”

Di merasîma danasîna berbijêran de 2 stranên Kurdî ku DEM Partiyê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê amade kirine jî hatin nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst