Ava paqij li Kampa Waşokaniyê peyda nabe

19-12-2020
RÛDAW
Koçberên Serê Kaniyê gazinê ji rewşa jiyana xwe dikin
Koçberên Serê Kaniyê gazinê ji rewşa jiyana xwe dikin
Nîşan Serê Kaniyê Kampa Waşokanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Serê Kaniyê ku ava wê gelekî zelal, paqij û şîrîn bû, niha ava gemarî jî bi dest xelkê wî bajarî nakave. Di nav Kampa Waşokanî de, koçberên Serê Kaniyê jiyaneke zehemet di vê zivistanê de derbas dikin.

Serê Kanî ku demekê yek ji ciwantirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê bû, bajarekî bi dar û ber bû, bi kanî bû, aram bû, bajarekî pêkvejiyanê, niha çekdarên girêdayî Tirkiyê, ew bajar talan kirine, av lê nehîştine û xelkê wê koçber kirine.

Jineke Serê Kanî ku niha li Kampa Waşokanî koçber e, av bi dest nakeve dibêje, ava ku em li vê derê vedixwin, mîdeya me perçe dike, divê însan li însanan xwedî derkeve, lê kesek li me xwedî dernakeve.

Koçbera Serê Kaniyê li Kampa Waşo Kanî dibêje: “Em fêrî ava Serê Kaniyê bibûn, ava Serê Kaniyê xweş û şîrîn bû. Lê ava niha mideya me perçe kiriye, vaye ez çend caran ji ber wê çûma doxtor. Divê însan li însanan xwedî derkeve, lê kesek li me xwedî dernakeve.”

Tevî herî û çirava nav Kampa Waşokanî, avrêjî jî lê tune ye, koçber daxwazê dikin, avdestên pêwîst  ji bo wan çê bikin.

Koçberê Serê Knaiyê li Kampa Waşo Kanî jî got: “Avrêj li kampê gelekî xirab e, her rêxistinek tê, xirabtir dike, avrêj gelekî xirab e, divê  kenalên avrêijiyê hebin û divê her kerevanek avdesta wê hebe.”

Ji bo ku bêkar nemînin, hin gencên koçberên Serê Kaniyê, firne û projeyên biçûk di nav kampê de ji xwe ava kirine, lê ji tunebûna koçberan, karê wan jî kêm e.

Di nav Kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê de, ku dikeve1900 malbat hene ku12 hezar û 200 koçber in û piştî êrîşa Tirkiyê û çekdarên wê li ser wî bajarî hatibû avakirin, niha jî ti rêxistineke navdewletî berê xwe nedaye vê kampê û ew li ser nexşeya rêxistinên netewên yekbûyî de tune ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst