SERÊ KANIYÊ- Berî dagirkirinê 23 hezar û 500 xwendekar hebûn niha tenê 6 xwendekar mane

18-10-2023
Hisên Omer
xwendekarên penaber di bin konan de xwendina xwe didomînin
xwendekarên penaber di bin konan de xwendina xwe didomînin
Nîşan Serê Kaniyê Xwendekar Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê beriya dagirkirinê 23 hezar û 500 xwendekar hebûn niha tenê 6 xwendkar mane.

Zarokên Serê Kaniyê, ji encama dagirkirina herêma wan, ji nav dibistanên xwe hatibûn derkirin û niha li kampa Waşûkanî xwendina xwe didomînin.

Bi hezaran xwendekar di rewş û nîrên pir zehmet de hewl didin ku ji xwendin û perwerdeyê dûr nekevin.

Mihemed Haco ku li kampên koçberên Serê Kaniyê yek ji berpirsên perwerdeyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

Li Kampa Waşûkanî 2 hezar û 375, li Kampa Serê Kaniyê 2 hezar û 390, li gundewarên Til Temirê 2 hezar û 400 xwendekar bê xwendin mane.

Berî dagîrkerinê, 23 hezar û 500 xwendekarên dibistana seretayî û amadeyî li Serê Kaniyê hebûn.

Niha tenê 6 xwendekarên kurd li Serê Kaniyê mane.

Berî dagîrkirina Serê Kaniyê, li wî bajarî her pêkhateyek xwendin û perwerde bi zimanê xwe yê dayikê werdigirt.

Rêvebirê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestiyê Îzedîn Salîh ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye, ji Rûdawê re diyar kir ku piştî dagîrkirinê, li şûna kurdî, Tirkî hatiye sepandin.

“Li Serê Kaniyê Trikkirina herêmê bi berdewamî tê sepandin”

Rêvebirê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestiyê Îzedîn Salih got:

"Li Serê Kaniyê Trikkirina herêmê bi awayekî berdewam tê sepandin.

Alên Tirkiyeyê zêdetirî ku li Tirkiyeyê têne hildan îro li bajarên wekî Girê Spî û Serê Kaniyê têne hildan.

Zimanê Tirkî li kêleka zimanê Erebî wekî zimanekî fermî him li ser deriyên saziya cih digirin, him jî di nav rêbaznameyên xwendinê de têne dayîn.

Berî ku ew herêm bê dagirtin zimanê Kurdî û zimanê Siryanî û zimanê pêkhateyên ku li wê deverê bi hev re dijiyan li wir dihate bikaranîn.

Îro zimanê Kurdî li wê derê tineye li şûna wê zimanê Tirkî tê ferzkirin."

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê wergirtine, piraniya pêdawîstiyên xwendinê li kampên koçberên Serê Kaniyê ji aliyên saziyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser ve têne dabînkirin.

Tenê Rêxistina bi navê Help Kurdistan ku revenda Kurdî ya Siwêdê piştevaniya wê dike 2 dibistan li herdû kampên Waşûkanî û Serê Kaniyê ava kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst