SERÊ KANIYÊ - Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanên Kurd kir: 2 ciwan wenda ne

28-09-2023
RÛDAW
2 ciwanên ku hatine şkencekirin
2 ciwanên ku hatine şkencekirin
Nîşan Serê Kaniyê Cendirmeyên Tirkiyeyê Şkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cendirmeyên Tirkiyeyê 4 ciwanên Kurd li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin, bi tundî şkence li wan kir.

Ji wan 4 ciwanan 2 ji wan hatine vegerandin û çarenivîsa 2 ciwanan jî nediyar e.

Çavkaniyekî taybet ji Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand ku cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo yê 14 salî, Ezîz Hemo Naso yê 33 salî, Mihemed Îbrahîm Herdan û Mesûd Hemo Naso li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin û bi tundî li wan xistin.

Cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo û Ezîz Hemo Naso avêtin Dirbêsiyê û her du ciwanên din jî wenda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Ew her du ciwanên vegeriyayî li nexweşxaneyeke Qamişloyê ne û tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst