Mehdî Dawûd: Berê li Serê Kaniyê 80 hezar Kurd hebûn niha 50 Kurd mane

09-10-2023
Îro çar sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spiyê  re derbas dibin
Îro çar sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spiyê re derbas dibin
Nîşan Serê Kaniyê Girê Spî Rojavayê Kurdistanê Mehdî Dawûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê sivîl ê ji bajarê Serê Kaniyê Mehdî Dawûd ragihand ku berê li Serê Kaniyê 80 hezar Kurd hebûn lê niha piştî dagirkirinê tenê 45-50 Kurd mane.

Îro çar sal bi ser dagîrkirina deverên Serê Kaniyê û Girê Spiyê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve re derbas dibin.

Ji ber dagîrkirinê piraniya Kurdên wan navçeyên Rojavayê Kurdistanê koçber bûn.

Çalakvanê sivîl ê ji bajarê Serê Kaniyê Mehdî Dawûd beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û behsa rewşa navçeyê kir.

“Malbatên Kurd li Serê Kaniyê nemane”

Derbarê rêjeya Kurdên li Serê Kaniyê mane Mehdî Dawûd got:

“Li Serê Kaniyê, Kurd hene lê gelekî kêm in. Li bajarê Serê Kaniyê niha tenê 45-50 Kurd mane. Berê li Serê Kaniyê û gundên wê 177 hezar û 250 kes hebûn. Kurd derdora 80 hezar bûn. Niha ji wan tenê 50 kes mane.

Ew kesên mane jî ne malbat in, xort û kesên serbixwe ne. Li hinek kesan êşkence hat kirin lê ew dîsa derneketin. Minak cîranê min Mehmûd Emo destên wî şikandin jî lê dîsa derneket.”

“Dest danîn ser mal û milkên me”

Mehdî Dawûd da zanîn ku niha li mala wî ya li Serê Kaniyê kesekî Îdlibî dimîne û got:

“Hevjîna Mehmûd rojekê çûye cem wan û ji wan re gotiye dibe ku rojekê xwediyê vî xanî vegere. Wan jî jê re gotiye ku bila qet venegere û xanî xaniyê me ye. Dest danîne ser hemû dikan û kargehên me.

Erebên ji bajarên din ên Sûriyeyê hene. Ne piştrast kiriye lê tê gotin ku hinek Erebên Îraqî jî hene. Ew pêştir li Holê bûn lê paşê çûne Serê Kaniyê.”

Bi gotina Mehdî Dawûd kêmanî her hefteyê şer li ser mal û milkê xelkê di navbera grûpên çekdar de derdikeve.

“Dema dest danin ser mala min dibêjin Elahû Ekber”

Dawûd eşkere kir ku li wê derê kî bihêz be dadgeh di berjewendiyên wî de biryarê dide û wiha pê de çû:

“Ew binpêkirin û destdirêjiyên li Serê Kaniyê çêdibin, heta îro ne xelk, ne dinya, ne ew dewletên zilhêz, ne partiyên Kurdî yên di meclîsên de û yên ne li meclîsê yek jî behs nakin.

Li Serê Kaniyê piranî ew grûbên Îslamî desthilatdar in. Dema tên dest danin ser mala min, dibêjin Elahû Ekber. Wate ew Îslamî ne.”

“Em dixwazin vegerin”

Mehdî Dawûd tekez kir ku dewletên zilhêz û partiyên Kurdî rê ji wan re xweş bike û destdirêjî nebe ew dê vegerin Serê Kaniyê û got:

“Min berê jî ev yek gotiye ez dê vegerim. Eger destdirêjî nebe ez dê herim li wê derê di çadirekê de bimînim li vir naimînim. Me ji hemû partiyan re gotiye ku em dixwazin vegerin. Em wekî xortên Serê Kaniyê berî hevteyekê jî Encûmenê (ENKS) bûn. Xelkê me perîşan bûye.

Halê xelkê me xweş bû li di şevekê de tiştekê wan nema. Pîşesaziya wê gelekî mezin bû. Tu dikarî bibêje ji sedî 98ê wan Kurd bûn. Otomobîl û erdên wan hebû.”

“Bila Serokwezîrê Kurdistanê alîkariya me bike”

Herî dawî Mehdî Dawûd, ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku di warê xwendina zarokên wan û dayîna îqameyê de bibe alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst