Şêx Şamo: Babe Şêx yê hemû Kurdên Êzidî ye

19-11-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Şêx Şamo, Serokê Bingehê Laliş a Rewşenbîrî û Civakî
Şêx Şamo, Serokê Bingehê Laliş a Rewşenbîrî û Civakî
Nîşan Şêx Şamo Babe Şêx Kurdên Êzidî Laliş
A+ A-

Laliş (Rûdaw) - Li Perestgeha Lalişê duh merasîmek bi boneya danîn, danasîn û destbikarbûna Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas birêve çû. Serokê Bingehê Laliş a Rewşenbîrî û Civakî  Şêx Şamo jî dibêje, “Babe Şêx yê hemû Kurdên Êzidî ye.”

Şêx Elî di merasîmê de sond xwar ku jiyana xwe terxan bike ji bo ola Êzdayetiyê û piştî ku cilûbergên taybet li xwe kirin û ji aliyê Mîr ve hat xelatkirin, wek Rêberê Olî yê Kurdên Êzidî li Kurdistan û Cîhanê dest bi kar kir.

Babe Şêxê Kurdên Êzidî di yekem peyama xwe de behsa rizgarbûyên destê DAIŞê kir û tekez kir ku Babe Şêxê berê keçên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin wek pîroz binav kirine û diyar kir, “em jî pîroz dibînin û her cihê ku em biçinê em dê peyama wan bigihînin cîhanê.”

Zêdetirî 5 hezar kes ji deverên cuda yên Kurdên Êzidî ji bo beşdariya di merasîma danîna Babe Şêx de li Perestgeha Lalişê amade bûn û pîrozbahî li Babae Şêx kirin.

Kesayetiyê Êzidî Qasim Simêr got, “Li ser xêrê be ji Şêx re û ji hemû Êzidiyan re, pîroz be.”

Piştî koça dawî ya Babe Şêx Xirto, du berbijêr bo cihê wî hebûn û yek ji wan berbijêran Şêx Elî, ji aliyê Mîr û Civata Rûhanî û bi razîbûna hinek serok hozên Kurdên Êzidî wek Babe Şêxê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin.

Serokê Bingehê Laliş a Rewşenbîrî û Civakî  Şêx Şamo got, “Dema ku yek ji herdu berbijêran bû cihê baweriya Mîr, Meclîsa Rûhanî û tekbîra Êzidiyan, ne wateya wê ye ku aliyên berbijêrê din jê xilas in û ne Babe Şêxê wan e, kîjan ji herduyan serketiba û Şêx Elî serket û yê hemû Êzidiyan e, li gel an ne li gel.”

Babe Şêx dibe endamê Civata Rûhanî û civateke taybet heye ku jê re dibêjin Cuqeta Babe Şêx û biryarên olî bi hevkarî li gel Mîrê Şêxan tên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst