140 mal in lê bi agirê 20 malên deyndar têne şewitandin

19-08-2023
RÛDAW
Li Qerhêtayêbi elektrîkê re av jî qut bûye
Li Qerhêtayêbi elektrîkê re av jî qut bûye
Nîşan Qutkirina Elektrîkê Qerhêta Amed DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Qerhêtayê yê Çinara Amedê ev 9-10 roj in di vê germahiya havînê de ji ber deynê 20 malan bê elektrîk e.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ji 11ê Tebaxa 2023yan ve bi hinceta deynê elektrîka bîrên çandiniyê elektirîka gundê Qerhêtayê yê navçeya Çinarê qut kiriye.

Li gund bi elektrîkê re av jî qut bûye û gundî nikarin karên xwe yên rojane bikin.

Gundiyan nikarîbûn dengê xwe bigihînin raya giştî û berpirsan û wan hewara xwe gihand Rûdawê.

Beriya çend rojan Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak çû wî gundî û bi rêya raporekê dengê wan gihande raya giştî û berpirsan.

Piştî nûçeya Rûdawê parlamenterên YSP, Huda-Par û CHPyê jî çûn Gundê Qerhêtayê.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu pirsnameyek jî pêşkêşî parlamentoyê kir.

Maşallah Dekak dîsa çû gundê Qerhêtayê ji bo bibîne ka rewşa wan çawa ye û kesî li wan pirsî ye an na.

Muxtarê gund ji ber ku xizmetguzarî ji gundî wî re nayê kirin dest ji kar berda.

Nîşteciheke gund got ku ew bi dest cilan dişon û şîr û mastê wan jî xira dibe.

“Bûk ji malê reviyane”

Nîşteciheke din jî got:

“Şaredariya bi tankan av ji me re anî lê em hemû bi jehrî ketin. Wek hûn dibînin hemû herî ye. Ne em dikarin şivê bixwîn û bûkên me ji malê reviyane.

Hemû zarokên me nexweş in. Ma em ne guneh in, ka edaleta ka hikûmet? Me pereyê xwe dane, deynê sondajê heye çima elektrikê me qut dikin. Em dê ji Tirkiyeyê herin Sûriyeyê.”

Muxtarê dest ji kar berdayî diyar kir li gundê wan 140 mal hene lê bi agirê 20 malên deyndar têne hemû şewitandin.

Muxta amaje pê kir ku ji ber qutkirina karebayê rewşa gundiyan xerab e û got:

“Min mohra xwe teslîmî qaymeqam kir û wî jî îstifaya min qebûl kir. Ev 9 roj in em pêrişan bûne ne av û ne elektirîka me nîne.

Rast e deynê sondajê heye lê gunehê 120 malan tune û deynê wan nîne. Şaredariyê av anî lê 8 mirovên min bi avê nexweş bûn.”

Kesekî din jî got: “Kî deyndar be bila çareyekê jê re bibînin û elektrîka me berdin. Nexweş hene, zarok hene, pîr û kal hene. Xwarina me xerab dibe.”

Ev 2 sal in DEDAŞ li parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîka xelkê qut dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst