Hêzên Rizgariya Efrînê: 2 çekdar di encama çalakiyekê de hatin kuştin

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 14ê Tebaxê de di operasyoneke li nahiya Mabatê ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine Kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê encamên operseyonên xwe yên van çend rojên derbasbûyî bi daxuyanieykê eşkere kirin û tê de ragihand ku şer û rûbirûbûnên wan li gel artêşa Trkiyê roj bi roj zêdetir dibin.

Herwiha Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn di roja 14 vê mehê de wan opersyonek li nahiya Mabata ya Efrînê pêk anînen û di encam de 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.

Di roja 17 Tebaxê de wan li gundê Meryemîn ser bi nahya Şera grupeke çekdar ser bi Tirkiyê ve armanc kir û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe dibêje ew dê li ser berevanîkirina rewa û parastiina xelkê berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst