Li Qamişloyê krîzeke dijwar a avê heye

15-06-2024
Hisên Omer
Her havîn xelkê Qamişloyê rûbirûyê krîza avê dibe / Wêne: Ji dîmenan
Her havîn xelkê Qamişloyê rûbirûyê krîza avê dibe / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Qamişlo Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, ev du hefte ne av hatiye qutkirin û xelk neçar bûye avê ji tankêran bikire.

Her havîn xelkê Qamişloyê rûbirûyê krîza avê dibe.

Îsal jî careke din krîzeke tund a tunebûna avê li çend taxên bajarê Qamişlo serî hildaye.

Ev nêzîkî 2 hefteyan e li wî bajarî av qut bûye.

Herî zêde jî krîza avê li taxên Hîzama Bakur, Hilêliyê, Xerbî, Siyahî, Kornîş, Hilko, Xelîk û Hîzama başûr heye.

Li taxên rojhilatê Qamişloyê jî niştecih ava xwe ji bîrên nav malan peyda dikin.

Li taxa Hilêliyê ya rojavayê bajar, hinek welatî kom bûn û li hemberî krîza bêaviyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Nişteciyên taxên Qamişloyê yên bêav, neçar bûne ku bi rêya tankeran avê dabîn bikin.

Li gorî çavkaniyên ku ji bajarê Qamişloyê ji Rûdawê re axivîne, ava tankeran hem ne paqij e û hem jî biha ye.

Bi gotina heman çavkaniyan, her tankereke avê ji 50 heta 70 hezar lîreyên Sûrî tê firotin ku dibe barekî giran li ser welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst