Rêveberiya Avê ya Qamişloyê: Ji sedî 80yê pirsgirêka avê çareser bû

18-06-2024
RÛDAW
Rêveberiya Avê ya Qamişlo ragihand ku ji seedî 80yî kêşeya avê hatiye çareserkirin
Rêveberiya Avê ya Qamişlo ragihand ku ji seedî 80yî kêşeya avê hatiye çareserkirin
Nîşan Qamişlo Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Avê ya Qamişloyê ragihand ku ji sedî 80yê pirsgirêka avê hatiye çareserkirin.

Duh li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê, ji bo avê xwepêşandan hebû.

Xelk daket kolanan û wan dirûşma “Jiyan bê av nabe” avêt.

Heta niha jî xelkê gelek taxên Qamişloyê ji ava vexwarinê mehrûm in.

Rêveberiya Avê ya Qamişloyê duh ragihand ku 80yê pirsgirêka avê hatiye çareserkirin û niha ew li ser wê yekê kar dikin ku pirsgirêk bi temamî were çaresekirin.

Ev 10 roj in, piştî têkçûna stasyonên Ceqceq, Iwêce û Hilêliyê av li ser bajarê Qamişlo hatiye birîn.

Li gorî ku berpirsên daîreya avê dibêjin, wan tanker danîne ji bo avê li ser welatiyan li hemû taxên ku bê av mane belav bikin.

Rêveberiya Avê ya Qamişloyê got:

“Bi hevkariya hin saziyên Rêveberiya Xweser pirsgirêka avê ji sedî 80 çareser bûye.

Heta niha av negihiştiye taxa Hilêliyê, bi taybetî Komîna Şehîd Salih û Komîna Şehîd Hebûn.

Hat diyarkirin ku pirsgirêka avê ya li Hilêliyê dê di nava 3-4 rojan de were çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst