Li Silêmaniyê goştfiroşekî hewl da goştê hespan bifiroşe

19-04-2023
RÛDAW
Li Silêmaniyê goştfiroşekî hewl daye goştê hespan bifiroşe
Li Silêmaniyê goştfiroşekî hewl daye goştê hespan bifiroşe
Nîşan Silêmanî Goştfiroş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Asayîşê û Polîsê Silêmaniyê komîteyên hevbeş ên qaymeqamiyetê agahdar kirine ku hespek hatiye serjêkirin. Serokê komîteyê got, “Wî goştfiroşî xwestiye di bin navê goştê golikan de li kolanê bifiroşe.”

Serokê Komîteyên Hevbeş ên Qaymeqamiyeta Silêmaniyê Rêkan Cemal îro Çarşemê 19ê Nîsana 2023an di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Ew kesê ku hesp serjê kiriye qesab bûye û xwestiye bike qîme li ser cadeyê bifiroşe ku me niha dest daniye ser goştê hespê.”

Li qadeke ajelan a Silêmaniyê ew hespa hatiye serjêkirin û goştê wê birine malekê ku bikine qîme. Rêkan Cemal got, li ser fermana dadwerê lêkolînê, li gorî xala 10an 2 kes hatine desteserkirin û fermana desteserkirinê ji bo 2 kesên din jî hat dayîn.

Rêkan Cemal daxwaz ji welatiyan kir ji ber ku erzantir e goştên li kolanan têne firotin nekirin û diyar kir, goştê hespê hatibe parçekirin û li ser navê goştê golikan dixwestin bi 12 hezar dînaran bifiroşin.

Komîteyên qaymeqamiyetê dibêjin, ew hîn nizanin ku hesp nexweş bûye yan jî hatiye dizîn, ew lêkolînê li ser mijarê dikin.

Qaymeqamiyeta Silêmaniyê wêneyê wî goştfiroşî belav kiriye ku li ser dukana xwe nivîsandiye kîloya goşt bi 12 hezar dînaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst