Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî çû Bendava Tişrînê û çalakvan ziyaret kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YekîneyênParastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn doh tevî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî çûn Bendava Tişrînê.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn bi çalakvanan re civiyan û “berxwedana wan a ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd silav kir”.
Mezlûm Ebdî bangî her kesî kir ku mil bidin hev da ku welatekî aram û ewle were avakirin.
Di heman demê de ku Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku 8ê Kanûna Pêşîna 2024an dest bi êrişên kontrolkirina Helebê û Şamê kir, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê jî li derdora Minbicê, Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê dest bi êrişan kir.
Ji wê demê ve, di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de li herêmê şer û pevçûn derdikevin.
Her çi qas carinan li ser agirbestê lihevkirinek hebe jî, heta niha sekinandina tevahiya şer pêk nehatiye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn li Bendava Tişrînê ne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 18, 2025
🔴 Mezlûm Ebdî û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî civînek li dar xist#Rojava #BendavaTişrînê #Kobanî pic.twitter.com/52eEXfli54
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse