Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê di 4 rojan de 627 caran êrişî baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê PKKyê, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de dibêje, digel ku ew bi agirbesta ku zêdetirî mehekê berê îlan kirine pabend in jî, hêzên artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe didomînin.
PKKyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê di 4 rojan de 627 caran baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.
HPG diyar dike, di navbera 15 û 18ê Nîsana 2025an de artêşa Tirkiyeyê bi dron, balafirên şer, hawen û topavêjên xwe ve 627 caran baregehên wan ên li herêmên cuda yên Zap, Gare, Metîn, Şêladizê, Kanî Masî, Avaşîn û Amêdiyê bombebaran û topbaran kirine.
HPG eşkere dike di gel ku wan agirbest ragihandiye jî, roja 17ê vê mehê li navçeya Zapê neçar mane bersiva êrişeke rasterast a Tirkiyeyê bidin ku di encamê de zirêpoşek û radarek rastî zererê hatine.
18ê Nîsana 2025an Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Lîwa Zekî Akturk, di konferansa rojnamegeriyê ya heftane de ragihand ku di nava hefteyekê de û di encama êrişên artêşa welatê wan de li ser axa Herêma Kurdistanê 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.
Piştî peyama Abdullah Ocalan ku 27ê Sibata 2025an hat belavkirin û tê de daxwaza çekdanîn û hilweşandina PKKyê kiribû, HPGyê roja 1ê Adara 2025an agirbest ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse