Ji bo lîsteyên namzedan îro roja dawî ye

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Divê partiyên siyasî lîsteyên namzedên xwe herî dereng îro heta saet 17:00an pêşkêş bikin.

Li gorî salnameyê, cih û sindoqên ku dê dengder dengê xwe bidin, diyar bûn.

Herwiha çapkirin û belavkirina kaxiza agahiyê ya dengderan dê 29ê Sibatê dest pê bike.

Pêvajoya belavkirina van kaxizan jî dê 24ê Adarê bi dawî bibe bibe.

Serokatiyên navçe û parêzgehan ên partiyên siyasî dê lîsteyên namzedên xwe yên ji bo şaredarî, endamtiya meclisên şaredariyan û endamtiya meclisên parêzgehan îro herî dereng saet 17:00an pêşkêşî lijneyên hilbijartinê yên navçe û parêzgehan bikin.

Herwiha namzedên serbixwe jî divê îro herî dereng heya saet 17:00an serîlêdana xwe bikin.

Partiyên siyasî dikarin heya 22yê Sibatê kêmasiyên lîsteyên namzedên xwe temam bikin.

Lîsteyên namzedên berwext dê 23yê Sibatê bên ragihandin, heman rojê dema îtiraza ji bo lîsteyan dê dest pê bike.

Lîsteyên namzedan dê bên eşkerekirin

Lîsteyên teqez ên namzedan dê 3yê Adarê bên eşkerekirin.

3yê Adarê pisûleyên dengan ên berhevkirî dê werin çapkirin û li serokatiyên lijneya hilbijartinê ya navçeyan werin belavkirin.

Serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê dê 21ê Adara 2024an roja Pêncşemê serê sibehê dest pê bikin.

Serbestiya propagandayê dê 30ê Adarê roja Şemiyê saet 18.00an bi dawî bibe.

Namzedên 35 partiyan dê têkevin hilbijartinê û dengder dê di 31ê Adarê herin ser sindoqan.

Saetên dengdayînê

Ji ber ku hilbijartinê dê meha adarê were kirin, YSKyê bala xwe da şert û mercên demsalê ji ber vê yekê li 32 bajaran saeta dengdayînê saetekê zû dest pê dike.

Ji ber vê li bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kilîsê û girtîgehên van bajaran dengdayîn dê saet 07:00an dest pê bike û saet 16.00an bi dawî bibe.

Ji bilî van bajaran, li bajarên din dengdayîn dê saet 08: 00an de dest pê bike û saet 17:00an de bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst